PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Wezîra Ciwanan a Şahnişîna Behreynê Rewan bint Necîb Tewfîqî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, ku Şêwirmenda Wezaretê ji bo Karûbarên Plandanan û Pêşxistinê Şêxe Dîna bin Raşid Al Xelîfe jî tê de amade bû, tekezî li ser girîngiya zêdetir pêşvebirina peywendî û dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behreynê de di warên cihêreng de, bi taybetî pêşxistin û pêşvebirina şiyanên ciwanan hate kirin.
Di civînê de, girîngiya lidarxistina Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan û komkirina ciwanên dahêner û behremend ên cîhanê li Hewlêrê hate bibîrxistin.