PeyamaKurd - Endamê Nûnerên Amerîkayê Abraham Jamal Hamadeh bi Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û siyasetmedara Rojavayî Îham Ehmed re bi rêya telefonê axivî.
Hamadeh di vê peywendiyê de her du serkirde ji ber “tevlibûna wan a aştiyane bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re” pîroz kirin û spasiya wan kir ku di şerê li dijî DAIŞê de hevparên sereke yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bûn.
Di daxuyaniya ofîsa Hamadeh de hate destnîşankirin ku Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed niha li Şamê rolên girîng digirin ser xwe û di avakirina Sûriyeyeke nû de alîkar in.
Her wiha hate diyarkirin ku Ebdî wekî "Şêwirmendê Karên Kurd ê Serokkomar Şara" û Ehmed jî wekî "Namzeta Parlamentoya Sûriyeyê" tên naskirin, û Washington dê têkiliyên xwe yên bi hemû aliyên ku ji bo aştiyê dixebitin re bidomîne.