PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan. Ev hevdîtin ku di nav mehekê de cara duyem e Ebdî û Şer rû bi rû tîne cem hev, piştî civîna doh êvarê ya bi Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî re pêk hat.
Hate zanîn ku di nav mijarên herî krîtîk ên civînê de tevlîbûna HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê cih digire. Li gorî zanyariyan, Ebdî eşkere kiriye ku HSD dê di bin banê artêşê de wekî lîwayên xwecihî yên Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Kobanê û lîwayeke taybet a ji ciwanên Efrînî pêk tê ji nû ve bê organîzekirin.
Dosyeya perwerdeyê û fermîkirina zimanê Kurdî
Yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Aliyê Kurdan daxwaz dike ku mufredata Kurdî ya 15 salan bi fermî bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Di vê navberê de, rêveberiya Şamê pêşniyar kiriye ku Kurdî bibe "derseke bijarte". Îlham Ehmedê tekez kir ku perwerdeya zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û divê di destûra Sûriyeyê de bi garantiyeke qanûnî bê parastin.
Yekkirina saziyên îdarî û îdiaya redkirina post an ku kursîyan
Di qada îdarî de tevlîbûna meclîsên jinan û birêveberiyên xwecihî yên Cizîrê bi Wezareta Kar û Barên Civakî re ber bi dawiyê ve diçe û tê çaverêkirin ku avahiyên dadgehan destpêka meha Îlonê dest bi xizmetê bikin.
Li aliyê din, tê îdiakirin ku pêşniyarên wekî Alîkarê Serokkomar an jî Alîkarê Wezîrê Karên Derve ji bo Îlham Ehmedê hatine kirin. Lê belê tê gotin ku Ehmedê ev post red kirine û bi şertê "statuya destûrî ya Kurdan" ve girêdane.