PeyamaKurd - Wezîrê Guhestin û Jêrxanê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, li Bexdayê ragihand ku di danûstandinên bi Iraqê re yên li ser projeya Rêya Geşepêdanê de li ser hemû mijaran lihev kirine.
Uraloglu diyar kir ku tê plankirin jêrxana guhestinê ya Iraqê li beramberî neftê ji aliyê kompaniyên avahîsaziyê yên Tirk ve bê çêkirin û fona ji bo vê projeyê jî di mijara rêveberiyê de bi yekdengî çêbûye.
Uraloglu bal kişand ser girîngiya aborî ya projeyê û destnîşan kir ku Rêya Geşepêdanê dê li Tirkiyeyê ji bo zêdetirî 70 hezar kesî derfeta kar biafirîne û di nav 10 salan de 61.5 milyar dolar dahata aborî dabîn bike.
Herwiha tekez kir ku korîdorên navneteweyî tenê rêyên veguhastinê nînin, lê mîna çeman herêmên ku tê re derbas dibin şên dikin; her wiha diyar kir ku Rêya Geşepêdanê û Rêya Hesinî ya Hîcazê ne reqîbên hev in, lê temamkerên hev in ku girêdayiya bi Tengava Hurmizê kêm dikin.