Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed çûn serdana goristanê: Dema xebata siyasî hatiye

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed çûn serdana goristanê: Dema xebata siyasî hatiye

PeyamaKurd - Siyasetmedara Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed û Şêwirmendê Serokomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî li Qamişloyê çûn serdana Goristana Şehîd Delîl Saruhan.

Îlham Ehmedê li vir ragihand ku piştî fesihkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û destpêkirina erkê wan di nav parlamentoyê de, êdî dema xebata siyasî û kûrkirina li ser çareserkirina pirsgirêkan hatiye.

Îlham Ehmed rewşa siyasî û pêşketinên dawîn nirxand û got, "Di demeke kurt de guhertinên mezin çêbûn. Em bi hêvî ne ku em karibin van guhertinan ji gelê xwe re şîrove bikin û hûrguliyên wê bêjin. Em derbasî merheleyeke nû bûne û zehmetiyên wê ji şer mezintir in. Şer ji siyasetê hêsantir e. Ev merhele merheleya avakirina edalet, aştî û demokrasiyê ye, lê zehmetir e."

Îlham Ehmed got ku qonaxa bê dê hêviyên mezin ji gelên herêmê re bîne û diyar kir: "Rojên li pêşiya me wê xweştir bin. Dê xeyalên şehîdên ku ji bo vî welatî canê xwe dane pêk werin."