PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala El Cezîreyê de ragihand ku Herêma Kurdistanê nabe aliyekî pevçûnên li herêmê û da zanîn ku ti hêzeke derve ew neçar nekirine ku bikevin nav şer.
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku pêşîneya wan parastina Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li serwerî û yekîtiya xaka Iraqê ye.
‘Li Baregeha Herîrê leşkerên Amerîkî tune ne’
Di derbarê êrîşên li ser Baregeha Herîrê ya Hewlêrê de, Barzanî diyar kir ku ev baregeh nêzîkî 10 salan e vala ye û ti leşkerên Amerîkayê lê nînin, lê tevî vê yekê zêdetirî hezar êrîş li ser binesazî û Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Her wiha Barzanî, piştgiriya xwe ji bo hewldanên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo xistina çekan a bin kontrola dewletê anî ziman.
‘Têkiliyên me yên serbixwe bi Îsraîlê re nînin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî tekez kir ku peywendiyên wan ên dîplomatîk ên serbixwe bi Îsraîlê re nînin û hemû gav di çарçoveya destûra Iraqê de têne avêtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser bandora xirab a pevçûnan li ser aboriyê û da zanîn ku çalakiyên bazirganî ji sedî 70 kêm bûne.
‘Em amade ne li ser gelek mijaran bi Bexdayê re kar bikin’
Barzanî diyar kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên wekî qanûna neft û gazê, bicihanîna Madeya 140î û dabeşkirina dahatan li gel hikûmeta navendî ya Bexdayê kar bikin da ku aboriya Iraqê û aramiya herêmê bihêz bibe.