Li Meletiyê du teref lihev xistin: Xortekî hat kuştin

Li Meletiyê du teref lihev xistin: Xortekî hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê du terefên dijber bi çekan li hev xistin û diencamê de kesê bi navê Atakan Gür hat kuştin. Polîs li kujerên reviyane digere.

Rûdan seet li dora 18.45an de li navça Yeşilyurdê li taxa Bostanbaşı li ser kolana Barguzu qewimî. Ligor agahiyan; Atakan Gür (25), B.Ş. û H.C.K. di navbera xwe de munaqeşe kirin û paşî bi çekan li hev xistin. Gule li singa Atakan Gür ket û giran birîndar bû.

Gumanbar ji ciyê şer reviyan û li ser agahdarakirina tîmên tenduristiyê û polîs, dema çûn ciyê rûdanê, Atakan Gür birin nexweşxana Meletiyê ya perwerdê û lêkolînê lê Gür li nexweşxanê can da.

Li ciyê şer fişekên vala û 2 demançe ketin destê polîs. Polîs niha ketiye per gumanbaran û lêpirsîn dewam dike.