Li bajarê Şirnexê di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes giran birîndar bûn

Li bajarê Şirnexê di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Basayê (Güçlükonak) otomobîla jimare 34 DFT 762 ji kontrola ajotvan derket li gundê Zêwê (Akdizgin) wergeriya jêr.

Di qezayê de 4 kes birîndar bûn û wan birin nexweşxanê. Lê li nexweşxanê kesên bi navên Hejar Özer (20) û Yasin Balkan (16) jiyana xwe ji dest dan.

Qeza ber destê êvarê qewimî. Tedawiya her 2 birîndarên din dewam dike lê rewşa her dû birîndarên din jî xerab e.