Di qezayê de bav-kur mirin û 7 kes birîndar bûn

Di qezayê de bav-kur mirin û 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Nevşehirê di qeza zencîre de bav û kur mirin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Sedema qezayê ew e ku baran bariyaye û rê bûye şematek. Ji birîndaran rewşa 2 kesan girane.

Qeza ber destê êvarê qewimî û li ser rêya Nevşehir- Aksarayê çêbû. Di serî de 2 otomobîl li hev ketin û paşî erebeyên dinan jî qeza kirin. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiye çûn ciyê qezayê.

Dîtin ku ajotvanê otomobîlê Mehmet Gültekin Cingitaş û kurê wî Aras Cingitaş jiyana xwe ji dest dane Yasin Çiğdem ê ku di erebê de asê mabû, bi xebata îtfaiyê ji erebê derxistin.

Cesedên bav û kur birin morga nexweşxanê û her 7 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên li der û dorê.