PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Rihayê (Şanlıurfa) Hasan Şıldak li ser erdheja îro ku li Rihayê li navça Karakopriyê qewimî agahiyan da û got ku mirin û birîndarî tine, 74 giliyên xesarê gihaye wan û niha 18 komîsyon di sehayan de lêkolînan dikin. Bi sedema panîkê 43 kes seredana nexweşxanan kirine û dibistanan tatîl kirine.
Şildak got ku nevenda rewşa lezgîn û krîzê yekser civiyaye, wezîfê dabeş kirine, berya her tiştî avahiyên xizmeta giştî, dibistan û mizgeftan kontrol kirine, giliyên ji welatiyan digihên wan rave dikin, di sehayan de lêkolîn û tesbîta xesaran dikin. Ji zarokan heya extiyaran li temamê welatiyan miqatene.