PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Xalfetiyê li gundê Gökluyê ajotkarê otomobîlê dema desthilata ereba xwe wenda kir ket nava darên fistiqan û li darekî fistiqan daleqandî ma.
Di erebê de 2 kes birîndar bûn û xelkê wan ji erebê derxist. Dema tîmên tendursitiyê çûn ciyê rûdanê, birîndaran birin nexweşxana dewletê ta navça Xalfetiyê.