PeyamaKurd – Daraza Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îlamê 5 sal cezayê zîndanê û hinek cezayên din da akademîsyenê berê yê aboriyê û fînansê yê bi navê Dr. Nabî Umîdî ku li zankoya Îlamê xebitîbû. Umîdî hêjî di zîndana Navenda bajarê Îlamê de ye.
Dezga Hengawê ragihand ku di nav cezayê dane Umîdî de, qedexeya derketina derveyê welat û qedexeya çûna nav Melekşahiyê hene.
Umîdî, di wexta xwepêşandanên serê salê yên 2026an de, ji ser karê wî yê zankoya Îlamê hatibû dûrxistin. Sedema dana cezayê ji bo Umîdî ew e ku di wexta xwepêşandanên li Melekşahiyê de, destekê daye çalakvanan.
Hêzên dewleta Îranê di wexta protestoyan de, di 04.01.2026an de, li bajarê Îlamê, Nabî Umîdî û birayê wî Alî Umîdî bi dijwarî, bi şidetê xistibûn bin çav û biribûn zîndanê. Di dema wan xistin bin çav de, dest û difna wî şakandibûn.