PeyamaKurd – Li bajarê Îlamê li navça Badrehê welatiyê Kurd yê bi navê Danyal Başî (23) xistin bin çav û kes nizane birine ku derê. Başî di xwepêşandanên serê sala 2026an de jî xistibûn bin çav.
Îstîxbarata Îranê di 29ê Êlûnê de Danyal Başî girtine û agahî jê nayê sitendin. Sedema girtina wî, ciyê ku birine û rewşa wî ya tenduristiyê nayê zanîn.