Hêzên Îranê şivanê Kurd yê bi navê Xalid Şîr kuşt

Hêzên Îranê şivanê Kurd yê bi navê Xalid Şîr kuşt

PeyamaKurd – Şivanê Kurd Xalid Şîr ji terefê hêzên Îranê yên asayîşê bi sîlih hat kuştin.

Xalid Şîr, li jîngeha Mîrabadê heywanan xwedî dike û hem bazirganiya heywanan dike. Xalid Şîr bi navê xwe yê temamî Xalid Abdullah Hajî, li deverê, li ser sînor, hêzên pasdarên Îranê bê hişyariyekî bidinê, bi çekê lê xistin û wî kuştin.

Li gor ragihandina Hengawê; Xalid Şîr ji gundê Alawatan e, zewicandî û xwediyê sê zaroka ye. Di wexta li deşta Waznehê, li devera çiyayê wê li Gwezehê heywanên xwe diçêrand, leşkerên Îranê lê xistin û wî birîndar kirin.

Şîr birin nexweşxana bajarê Urmiyê lê piştî yek rojekî li nexweşxanê di 1ê Cotmeha 2026an de jiyana xwe ji dest da.