PeyamaKurd – Li Îranê di serê sala 2026an de dema çalakiyên protestoyê destpêkirin Kurdê ji Bojnordê yê bi navê Mojtaba Nodehi; hatibû girtin.
Daraza Îranê 3 sal cezayê zîndanê da Nodehî û cezayê wî paşde xist. Cezayê 74 qamçiyan danê û hem cezayê pere yê bi miqdarê 100 milyon Tumenê Îranê danê.
Li gor ragihandina Hengawê; xalên ku wî bi wan tewanbar dikin; “Civîn û peymana bi xef”, “propogandeya li dijî komara îslamî”, “êrîşa ser hêzên asayîşê” ne. Di derbarê wî de dozeka dinê jî heye lê heya niha encama darazê nehatiye ragihandin.
Wexta Nodehi xistibûn bin çav; şiddetê bikar anîbûn û ji ber di bedena wî de hêzên Îranê birîn vekiribûn, wî biribûn nexweşxanê. Di binê çav de îşkenceyên giran lê kiribûn.
Di wexta çalakiyên Jin-Jiyan-Azadî de jî îşkenceyên giran pê kiribûn, xistibûn zîndanê û demekî di zîndanê de mabû.