Şaredariya bajarê Rihayê 1 milyom şitil da hilberîneran

Şaredariya bajarê Rihayê 1 milyom şitil da hilberîneran

PeyamaKurd – Şaredariya mezin ya bajarê Rihayê ji bo desteke bide çandiniyê û barê cotyaran sivik bike 1 milyon şitil (fîde) li cotyaran belav kir.

Li gor ragihandina şaredariya bajarê Rihayê; di çarçova xebata daîra xizmeta çandiniyê de, 500 hezar şitlên îsotê û 500 hezar jî yên balîcanên reş li cotyaran belav kir.

Belavkirina şitlên sebzeyan li navça Eyyubiyê, li dora balafirgeha kevin, di beşa xizmetên çandiniyê de hat kirin. Di merasima belavkirina şitlan de, wekîlê şaredar Sait Ağan, balê kişand ser şiyanên çandiniya bajêr û got xizmet ne tenê bi belavkirina şitlan sînordare û dewam kir:

“Îro em ne tenê şitlan lê ked, hêvî û derfetên xwe girêdana bi jiyanê ve parve dikin. Şitlên me, di bazarê de bi bihayê 10 milyon TL ye lê me bi maliyeta 685 hezarî hilberand. Ev, ji aliyê bikaranîna çavkaniyên giştî de, mînakekî gelek girîng e.”