Li Hesekê teqîn: 6 kes mirin

Li Hesekê teqîn: 6 kes mirin

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di dikaneke kolana El Xezel a taxa Ezîziyê de teqîn çêbû.

Li gorî çavkaniyên herêmê, di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku di nav mirîyan de zarok jî hene û kesek jî birîdnar bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûne cihê bûyerê, lê li ser sedema teqînê hîn ti agahî nehatine belavkirin.