PeyamaKurd – Li Kolombiya balafira ku karsazê Tirk Mehmet Çankaya dajot, tê de 4 welatiyên Kolombiya hebûn û pêwendiya wan bi barûyê re 3 roj berê qut bû bû. Rayedar niha xwe gihandinê. Balafir di bilindahiya 9 hezar feet de bû û ciyê wê ku lê ketibû çiya bû.
Rayedar li ser rewşa tenduristiya her 5 kesan heya niha ti agahîyekî fermî nedane.
Balafira ku karsaz Mehmet Çankaya dajot, pê re 4 welatiyên Kolombiyayî hebûn û di 13ê êlûnê de têkilî bi balafirê re hatibû birîn. Balafir bi xwe tescîla wê HK4985 Cessna T206 e û xwe gihandine enqaza wê.
Tesbît kirin ku balafir li devera Risaralda li ser sînorê Pueblo Rico di bilindahiya 9 hezar feet de enqaza wê hatiye dîtin.
Balyozxana Tirkiyê yê bajarê Bogota, pêvajoyê dişopîne lê ragihandina fermî hêj nehatiye kirin.