PeyamaKurd – Berê, berhemên gelek kevin yên 11 an 12 hezar sal berê li bajarê Rihayê li Girê Mirazan an ku li gundê Xerawreşk (Göbeklitepe) dîtibûn û niha xebatên wê derê yên arkeolojik dewam dikin û rojane bi hezaran geştiyar seredana Girê Mirazan an ku Xerawreşkê dikin.
Niha li nêzî Girê Mirazan li ser heman rêzeçiyayî li ciyê bi navê Sayburçê berhemên berya 11 hezar sal berê hatin dîtin û xebatên derxistina wan berheman û yên mayîn dewam dike.
Pêvajoya keşfa wê derê, bi dîtina kevirên ku gundî di dîwarê baxçên xwe de bikaranîne dîtin. Hat fêmkirin ku ew kevir yên çaxa neolitik e. Li ser vê keşfê li deverê lêkolîn dewam kirin û di sala 2021an de bi fermî kolandinên binê erdê destpêkirin.
Di çarçoveya Proja Tepeyên Kevir de xebat dewam dikin, di nav berhemên derketine ortê de xanî, ciyên bi hevparî bikaranîne, kevirên bi şiklê T, kevirên sekî, kolandinên li ser keviran ji bo çaxa ku tê de jiyane girîng in.
Li gor ragihandina CNNê; li Sayburçê berhemên di serî de hatine dîtin û ketine ser çapemeniya dinyayê; li ser kevirekî fîgurên mirov û heywanan hene. Di şekildana yên ser keviran de, gayekî û mirovên di nav leoparan de hene.
Lêkolîner balê dikşînin ser berheman ku teswîr ji hev cuda nînin û têkiliyên wan bi hevre hene û bi hevre dikekî an kompleksekî ava kirine.
Di kolandinan de nîşaneyên jiyana rojane jî hene û ne tenê berhemên hunerî ne. Kevirên hêrandinê (aşên biçûk yên desta), alavên ji kevir, hestiyên heywanan, bermayên xaniyan, kesên li wê derê jiyane xwarin û jiyana wan ya rojane jî nîşan didin. Xanî û avahiyên giştî yên hevpar bikar dianîn, bi hevrene û ji bo têgihîştina jiyana civakî girîng in.
Li bajarê Rihayê li devera rêzetepeyên ji kevir; li Sayburçê, Girê Miraza (Göbeklitepe) Karahantepe şopên ku di heman demê de jiyane hene.
Di dewama xebatan de, hêj dê gelek berhem û nîşaneyên jiyana wê çaxê derên ortê.