Îxbar hat kirin ku di balafira ji Ankara diçû Rihayê de bombe heye

Îxbar hat kirin ku di balafira ji Ankara diçû Rihayê de bombe heye

PeyamaKurd – Balafira ji Ankara diçû bajarê Rihayê ya AJet ê de îxbara bombeyê hat kirin ku di balafirê de bombe heye û dema balafir xwe danî balafirgeha Rihayê 136 rêwiyên balafirê û 7 muretebatên wê tehliye kirin.

Ji ber di balafirê de notekî hat dîtin ku di notê de dibêje di balafirê de teqemenî heye, rewşa lezgîn a hawarê hat lidar xistin.

Dema balafir xwe danî balafirgehê bilez rêwiyan tehliye kirin da zerar negihê wan. Balafir seet di 20.05an de xwe daniye balafirgehê û bi ewlehî rêwiyan tehliye kirine ku ev jî ragihandina fermî ya parêzgeha bajarê Riha ye.