Li Ewropayê 14 îxbarên derewîn ên bombeyê bo balafiran

Li Ewropayê 14 îxbarên derewîn ên bombeyê bo balafiran

PeyamaKurd - Li gelek welatên Ewropayê êrîşên tirsê û îxbarên derewîn ên li ser balafirên rêwiyan berdewam dikin û hejmara balafirên ku di hedefa îxbarên bombeyê de ne gihîşt 14an.

Polîsên Çekyayê ragihandin ku tenê di nava demeke kurt de ji bo 4 balafirên ku ber bi Pragê ve diçûn îxbar hatine kirin, lê piştî lêgerînên hûr tu teqemenî nehatine dîtin.

Her wiha balafirên kompaniyên wekî Aegean, Ryanair û Wizz Air ku di navbera bajarên cuda yên Ewropayê de digeriyan, ji ber van nûçeyên gefxwarinê neçar man ku bi ewlehî dakevin erdê.

Rayedarên Ewropî diyar kirin ku ev îxbar bi rêya e-nameyan hatine kirin û li Îtalyayê komeke bi navê "Şervanên Dewleta Mêr" ev îxbar girtine ser xwe.

Wezîra Veguhestinê ya Brîtanyayê Heidi Alexander bal kişand ser wê yekê ku ev gef îxbarên derewîn ên bi qesdî ne û ji bo têkoşîna li dijî wan hemû tedbîrên pêwîst tên girtin.