Çîn, wê ji Boeingê 200 balafiran bikire

Çîn, wê ji Boeingê 200 balafiran bikire

PeyamaKurd – Serokê DYA yê Donald Trump di seredana xwe ya Çînê de ragihand ku Çîn qebûl kiriye ku ji şîrketa Boeingê 200 balafiran bikire.

Trump, di kanala Fox Newsê de ji bo Sean Hannity hevpeyvîn kiriye û li ser gera xwe ya Çînê raveyan kiriye. Trump ragihand ku bi serokê Çînê Şi re li ser gelek mijaran axifiye û hevdîtina wan baş çûye. Trump ragihand ku ji Çînê hinek daxwazan kiriye û got:

“Çîn tiştekî ku îro qebûl kiriye, wê sîparîşa 200 balafirên Boeingê bide. Ev tişteka gelek mezine, Boeing! Ev tê vateya îstîhdameka zêde, gelek zêde ye. 150 Bieingan dixwestin lê 200 xwestin.”

Rayedarê Boeingê Kelly Ortberg di heyeta Trump ya çû Çînê de cîh girtiye.