Li balafirgeha Ewrûpa îxbara bombayan hat kirin

Li balafirgeha Ewrûpa îxbara bombayan hat kirin

PeyamaKurd – Li balafirgehekî Ewrûpayê du roj li ser hev îxbara bobayê hat kirin, rêwî û xebatkaran ji balafirê tehliye kirin. Tîmên pispor çûn ciyê rûdanê, karên check-in rawestandin û ji bo seferan hişyarî hat dayîn.

Ciyê ku hawara bombeyî lê hat dayîn payîtexta Maldova balafirgeha Kişinev bû. Polîsê sînor yê Moldova di ser hesabê xwe yê Telegramê de daxwuyanî da ku rêwiyan û xebatkaran tehliye kirine û tîmên taybet yên girêdayê wezareta karên nav xwe, şandine balafirgehê.

Rayedar dibêjin ku dibe ev rewş bandorê ser seferên rêwiyan bike û divê rêwî li ser ekranên balafirgehê rewşa seferan kontrol bikin.

Hat ragihandin ku her dû agahiyên bombeyî jî derew derketin. Roja Înê jî heman îxbar hatibû kirin û derew derketibû.

Moldova dikeve rojavayê Derya Reş, tevî sînorê wê bi Derya Reş re nîne jî li deverê welatekî girîng e. Bi Romanya û Ûkrayna re cîrane.