Omer Hosarî: % 80 yê nûhkirina balafirgeha Qamîşlo temam bûye

Omer Hosarî: % 80 yê nûhkirina balafirgeha Qamîşlo temam bûye

PeyamaKurd – Serokê dezga hewageriya sîvîl ya Sûriyê Omer Hosarî îro ragihandiye ku %80 yê nûhkiirna balafirgeha Qamîşloyê temam bûye û balafirgeh tekane balafirgehe ku Rojvayê Kurdistanê û Şamê bi hev ve girê dide. Hosarî gotiye ku niha li ser temamkirina karên teknîkî dixebitin. Hosarî ji bo Rûdawê gotiye:

“Xebatên navborî yên li ser avahiyên bingehîn, pêvajoyên amadekirinan, ewlehiya balafirgehê û dê sîstem çawa bixebite li ser wan e. Berya em karibin roja vekirina balafirgehê ragihînin, em ê seferên testê û raveyên teknîkî bikin.”

Hosarî, ragihandiye ku di destê wan de nexşerêyekî zelal ya demkî heye lê berya ragihandina roja seferan, dixwazin ragihandina destpêka roja seferan bi encama pratîkî ya amdekariyên teknîkî ve girêdin û weha dewam kiriye:

“Ya herî girîng ji bo me ew e ku balafigeh ji bo bi ewle be, karibin seferan normal û bi îstîqrar dewam bikin û xizmeta baş bidin.”

Balafirgeha Qamişlo di salên 1950an de vebûye, balafirgeh navdewletiye, ciyê wê nêzî sînorê Tirkiyê û Iraqê ye û stratejik e.

Li gor peyamana navbera Şamê û HSDê; dê balafirgeh di bin rêvebiriya HSDê de be, xebatkar dê ji HSDê bin lê kontrol ji aliyê Şamê de bêkirin.