Balafirgeha Dallas Love Fieldê ya Teksasê ji ber gefa bombeyê hat girtin

Balafirgeha Dallas Love Fieldê ya Teksasê ji ber gefa bombeyê hat girtin

PeyamaKurd - Balafirgeha Navneteweyî ya Dallas Love Fieldê ya li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê, ji ber gefa bombeyê ji bo hemû geştên çûnûhatinê hat girtin.

Rêveberiya Federal a Hewavaniyê ya Amerîkayê (FAA) ragihand ku biryara girtina balafirgehê saet 20:29an bi dema Washingtonê ketiye meriyetê û hemû geştên ber bi wê ve diçûn ber bi balafirgehên din ve hatine arastekirin.

Hêzên ewlehiyê yên xwecihî, eyaletî û federal çûne cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin. Tê payîn ku girtina balafirgehê heta saet 06:00ê sibê (13:00 bi dema Hewlêrê) bidome, lê belê eger ewlehî bê pêkanîn dibe ku zûtir deriyên xwe veke.

Ev gef di demekê de tê ku di meha Mijdarê de li Ewropayê jî gelek gefên bi vî rengî li balafirgeh û navendan hatibûn kirin.