Li Balafirgeha Riyadê hemû firîn hatin rawestandin

Li Balafirgeha Riyadê hemû firîn hatin rawestandin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Erebistana Siûdî (GACA) ragihand ku dema rawestandina geşt û xebatan a li Balafirgeha Navneteweyî ya Kral Halid a nêzî Riyadê hat dirêjkirin.

Di daxuyaniya fermî de hate diyarkirin ku ev biryar ji bo piştrastkirina ewlehiya tesîsan û qedandina kontrolên teknîkî hatiye girtin.

Zanyariyên zelal li ser dema destpêkirina xebatan nehatin parvekirin.

Riyadê da zanîn ku xebatên tespîtkirina zirarên madî û lêkolînên ewlehiyê yên piştî êrişê berdewam dikin.

Balafirgeha navborî pêr ketibû ber êrişa Hûsiyan ku di encamê de kesekî bi eslê xwe Pakistanî jiyana xwe ji dest dabû û 11 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha di 10ê Cotmehê de jî di êrişeke balîstîk adi heman koman de li balafirgehê 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 309 kes jî birîndar bûbûn.