PeyamaKurd - Medya Hindistanê ragihand ku di encama şerekî navbera hêzên Çînê û Hindistanê yê li çemê Jalwan ê di navbera herdu welatan de, 3 leşkerên Hindistanê hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku fermandarên lêşkerî yên li herêmê hewl didin wî şerî bidin rawestandin.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo kêmkirina rageşiya navbera herdu welatan a ser sînoran, hefteya borî civînek di navbera berpirsên artêşên Çîn û Hindistanê de çêbûye, lê rûdana şerê îro jî piştî wê civînê hatiye.
Hindistan hemû tawanbariyên Çînê ku dibêje, Hindistanê êrîşî baregehên Çînê kiriye red dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin