Di navbera Îran û Siûdî de têkiliyên dîplomatîk xurt bûn

Di navbera Îran û Siûdî de têkiliyên dîplomatîk xurt bûn

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di nav 24 saetên dawî de cara duyem bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bîn Ferhan re axivî.

Ev trafîka dîplomatîk a di demekê de ye ku herêm di nav rewşeke hesas re derbas dibe û peywendiyên her du welatan di asteke bilind de berdewam dikin. Zêdebûna van peywendiyan nîşan dide ku her du hêzên herêmî ji bo kêmkirina rageşiyê û kordînasyona siyasî hewlên xwe zêde kirine.

Mijara sereke: Danûstandinên Îran û Amerîkayê

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de cih girtine di her du pêwendiyan de jî geşedanên dawî yên derbarê pêvajoya dîplomatîk a di navbera Tehran û Washingtonê de hatine nirxandin.

Her çend derbarê hûrgiliyan de agahiyên berfireh nehatibin parvekirin jî, tê fêmkirin ku Îran li ser pêşniyarên aştiyê û peymana muhtemel bi rêveberiya Donald Trump re, Erebistana Siûdî agahdar dike.