Di navbera leşkerên Kuweyt û Îranê de şer derket

Di navbera leşkerên Kuweyt û Îranê de şer derket

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Kuweytê ragihand ku piştî hewldana çar endamên Supaya Pasdarên Îranê ya ji bo derbasbûna nav axa Kuweytê, wan bang li Balyozê Îranê Mihemed Tutuncî kiriye û notaya protestoyê dane wî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, dema wan kesan xwestine bi rêya deryayê bikevin nav welat, di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên Kuweytê de şerê çekdarî derketiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerekî Kuweytî birîndar bûye û her çar gumanbarên ku têkiliya wan bi Pasdaran re heye hatine binçavkirin.

Kuweytê ev kiryara Îranê wekî "binpêkirina eşkere ya serweriya welat" û binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Tehran tavilê û bê şert van çalakiyan rawestîne, nexwe mafê Kuweytê yê parastina rewa heye.