Di pîrozbahiya cenjê de teqîn: 20 kustî

Di pîrozbahiya cenjê de teqîn: 20 kustî

PeyamaKurd- Di dema ku Talîban û hêzên asayîşa Afxanistanê, li baregehê cejna hev pîroz dikirin, teqînek çêbû û di encamê de 20 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê parêzgeha Nangarharê Ataullah Hogyanî ragihand ku di dema li navçeya Rûdatê hêzên asayîşê û Talîban cejna hev pîroz dikirin, yek bomba ser xwe teqand. Di nava kuştiyan de xelkê sîvîl jî hene.

Heya niha kes bûyerê nedaye ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin