PeyamaKurd – Ermenistan ragihand ku di şerê li ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de 15 leşker hatine kuştin,12 leşker esîr ketine û Ermenistanê ji Rûsyayê alîkariyê xwest. Rêvebiriya Ermenistanê radihand ku di şerde 2 çeper wenda kirine û ji Rûsyayê xwestine ku yekîtiya axa Ermenistanê bê parastin. Ermenistan, Azerbeycanê ji şer berpirs digre.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê gotiye; li Kelbecerê û Laçînê Ermenistan êrîşê ser çeperên Azerbeycanê kirine û 2 leşkerên Azeriyan birîndar kirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wan meşa dijmin daye rawestandin, dora leşkerên Ermenistanê girtine û leşkerên Ermen xistine binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin