PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Perûyê ragihand ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de heta niha 11 welatiyên wan hatine kuştin, 114 kes winda ne û 3 kes jî ji aliyê artêşa Ûkraynayê ve hatine girtin.
Li gorî zanyariyên fermî, 459 welatiyên Perûyê tevlî wî şerî bûne û heta niha 31 welatî ji Rûsyayê hatine veguhastin.
Her wiha malbatên kesên tevlî artêşa Rûsyayê bûne li ber Balyozxaneya Rûsyayê ya li Lîmayê civiyan û daxwaz kirin ku agahî li ser rewşa nasên wan bê dayîn.
Nûnerê malbatan îdîa kir ku herî kêm 150 welatiyên Perûyê jiyana xwe ji dest dane û hikûmetê ji bo dîtina kesên winda alîkarî ji Komîteya Navdewletî ya Xaçê Sor xwestiye.