Di teqînê de 20 sewitîn, 70 kes birîndar bûn

Di teqînê de 20 sewitîn, 70 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Di encama teqîna li paytexta Meksîka, Mexico City de, herî kêm 20 kesan can da û 70 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn sedema teqînê ji ber derza boriyên neftê ye ku piştî belavbûna agir, teqîn çêbûye û di teqînê de herî kêm 20 kes şewitî ne û 70 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku dema xelkê xwestiye ji boriyên neftê diziya neftê bikin teqîn çêbûye ku bûyerên wiha li Meksîkayê gelek caran rû didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin