PeyamaKurd – Dîmenên montaj ên "PKK-Kiliçdaroglu" ku Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de bi kar dianî, ji aliyê 6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê hatin astengkirin.
Li gor zanyariyan, 6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê biryar da hesabê ku dîmenên montaj ên "PKK-Kiliçdaroglu" ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de bi kar dianî, bê astengkirin.
Weke tê zanîn, Erdogan li reklama fîlmê bi sernavê “Haydi” yê Kemal Kiliçdaroglu dîmenên Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî lê zêde kiribû û bikar anîbû.
Erdogan dema beşdarî weşana TRTê bû qebûl kir ku ew dîmen montaj in û diyar kir, “Serokê Giştî yê CHPê pişta xwe bi PKKê ve girêdide. Vîdeoyên Kiliçdaroglu yê ku bi kesên li Qendîlê re kişandine hene. Ev hatin weşandin. Ya `Haydî, haydî`. Hema montaj hema ew hema ev. PKKyî bi vîdeoyan piştgiriyê dan vana.”
Piştî bikaranînan wan dîmanan, Kemal Kiliçdaroglu jî bi rêya parêzerê xwe Celal Çelîk 1 milyon TL doza zirara manewî li dijî Erdogan vekiribû.
Parêzer Celal Çelîk piştre ji bo astengkirina hesabê ku dîmenên montaj weşandibû, serî li dadgehê da.
6emîn Dadgeha Silh û Cezayê ya Enqerê piştî wê biyar da ku hesabê ku vîdeoyê parvekirbû bi hinceta êrîş li dijî mafên Kemal Kiliçdaroglu yên şexsî kiriye bê astengkirin û biryar ji bo parvekirin bê astengkirin ji Yekîtiya Dabînkeriya Gihandinê re hat şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin