Dîplomasiya veşartî di dewrê de ye: Îranê ‘notên’ Amerîkayê wergirtin

Dîplomasiya veşartî di dewrê de ye: Îranê ‘notên’ Amerîkayê wergirtin

PeyamaKurd - Tevî daxuyaniyên nakok ên ji paytextên cuda, nîşanên destpêkirina pêvajoyeke dîplomatîk di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de derdikevin pêş. Karbidestekî payebilind ê Wezareta Derve ya Îranê ji tora CBS Newsê re eşkere kir ku wan bi rêya navbeynkaran hinek "not" ji Washingtonê wergirtine û niha wan dinirxînin.

Navbeynkariya Pakistan, Tirkî û Misirê 

Li gorî raporên dîplomatîk, sê welatên herêmî; Pakistan, Tirkiye û Misir ji bo kêmkirina rageşiyê û avakirina "pireke dîplomatîk" di navbera her du aliyan de roleke çalak dilîzin. Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar di 24ê Adarê de bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re civiya. Hevdem, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re bi telefonê axivî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Andrabî diyar kir ku welatê wî amade ye mazûvaniya danûstandinan bike, lê hîna bernameyeke fermî nehatiye eşkere kirin.

Gelo JD Vance û Witkoff dê biçin Pakistanê?

Li gorî îdiayên di çapemeniya Amerîkî de, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff dibe ku vê hefteyê li Pakistanê bi rayedarên Îranî re li ser maseya danûstandinê rûnên. Qesra Spî ev îdia bi awayekî fermî red nekirin, lê destnîşan kirin ku pêvajo "pir guherbar e" û her tişt bi encamên notên dîplomatîk ve girêdayî ye.

Rawestandina 5 rojan a êrîşan

Ev liv û tevgera dîplomatîk piştî wê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku ragihandibû wî êrîşên li ser Îranê ji bo 5 rojan dane rawestandin. Tevî ku Tehranê hebûna pêwendiyeke rasterast a bi Amerîkayê re bi fermî red kiribe jî, wergirtina notên bi rêya navbeynkaran nîşan dide ku her du alî li pey rêyeke ji bo derketina ji krîzê ne.

Pakistana ku xwedî pêwendiyên nêzîk e hem bi Tehran û hem jî bi rêveberiya nû ya Trump re, niha wekî navenda herî guncaw a ji bo dîplomasiya paşperdeyê tê dîtin.