Dîroka civîna Minbicê eskere bû!

Dîroka civîna Minbicê eskere bû!

Ji bo Minbicê dîroka civîna ku wê di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de were çêkirin, hate eşkerekirin. Musteşarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ümit Yalçın ragihand ku di 30 Adarê de wê here Washingtonê û li wê derê civînekê li dar bixe.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve de wiha hate gotin: Musteşarê me wê here Washingtonê û li wir bi Alîkarê Serokkomarê Amerîkayê re civînekê çêbike û li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîka de, mijarên navnetewî û herêmî biaxivin.

Ji xeynî vê jî, Wekîlê Musteşarê Karên leşkerî yên Amerîkayê Tina Kaidanow jî wê di navbera 28ê Adarê û 3yê Nîsanê de, Tirkiyê û Iraqê ziyaret bike û li ser mijarên siyasî û aborî hinek pêwendiyan pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin