"Divê agirbesta di navbera DYA û Îranê de were parastin"

"Divê agirbesta di navbera DYA û Îranê de were parastin"

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar û Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi, di hevdîtinekê de girîngiya parastina agirbesta berdewam a di navbera DYA û Îranê de tekez kirin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Pakistanê ve hatiye weşandin, tê gotin ku Îshaq Dar û Wang Yi li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û hewldanên navbeynkariyê yên Îslamabadê ji bo bidawîkirina pevçûna di navbera DYA û Îranê de axivîne.

Li gorî daxuyaniyê, aliyan girîngiya mayîndebûna agirbestê û misogerkirina derbasbûna normal a ji Tengava Hurmuzê ji nû ve destnîşan kirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku tê payîn ku hevdîtinên di navbera Serokê DYA Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de vê hefteyê li Pekînê pêk werin.