PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Selahattîn Demirtaş û 40 parlamenter û rêveberên din ên HDPê ku sala 2016an piştî rakirina parêzbendiyê hatin girtin, biryara xwe eşkere kir.
DMMEyê biryar da ku rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên HDPê binpêkirina Destûra Bingehîn û derbirina azadiyê ye.
DMMEyê herwiha ji bo her parlamenterekî HDPê yê parêzbendiya wî/ê hatiye betalkirin jî biryar da ku Tirkiye 5 hezar û 500 Euro tazmînatê bide.
Wê li gorî vê biryarê Tirkiye bi giştî 3 milyon û 232 hezar lîre ango 214 hezar Euro bide wan parlamenterên HDPê yên parêzbendiya wan hatiye betalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin