Piştî hevdîtina her du wezîrên karê derve yên Amerîka û Tirkiye, derketin ber çapemeniyê û agahiyan dan çapemeniyê.
Wezîrê Tirkiyê Çavuşoğlu got her dû alî gihane wê fikrê ku têkiliyên xwe bi hevre normal bikin. Ji bo hemû mijaran wê mekanîzmayên hevkar bên danîn. Civîna ewilî di nîvê adarê de dê çêbibe. Mijara yekem jî mijara Munbicê ye.
Tirkiye dixwaze YPG vekişe rojhilatê Firatê û ji Munbicê derê. Mijareka dinê jî ya FETÖ ye.
Rex Tillerson jî ragihand ku Munbicê di kontrola hêzên hevkarên xwe de dixazin. Weka stratejîk Munbic bo Amerîka girîng e.Tillerson weha got:
“Têkiliyên me bi Tirkiyê re daîmî û stratejîk e. Xebata me û Tirkiyê li Sûriyê bi hevre girînge. Em naxwazin li Sûriyê nexweşî peyda bibe. Me ji Tirkiyê re got ku alîkariya me bo HSDê jî dê bi sînor be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin