Rojava | 30 kesên din bi koronayê ketin û 8 nexwes jî bas bûn

Rojava | 30 kesên din bi koronayê ketin û 8 nexwes jî bas bûn

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 nexweş jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gorî wan amaran; 30 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 6 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 9 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê û kesek jî li Dêrezorê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 8 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên vîrûsa koronayê gihîşt 8450 kesan, ya mirinan bû 289 kes û heta niha 1202 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin