PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê axivîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axiviye.
Serok Trump di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:
"Îro berî hevdîtina min bi Serokê Ukraynayê Zelenskyy re di saet 13:00an de, min bi Serokê Rûsyayê Putin re bi rêya telefonê gelek berhemdar hevdîtin kir. Civîn wê li odeya xwarinê ya sereke ya Mar-a-Lago pêk were. Endamên çapemeniyê hatine vexwendin. Spas ji bo eleqeya we ya bi vê mijarê re."