Rêveberiya Tendirustiya Duhokê: Duhok bi tevahî ji koronayê paqij bû

Rêveberiya Tendirustiya Duhokê: Duhok bi tevahî ji koronayê paqij bû

PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Duhokê ragihand, ku 3 tûşbûyên herî dawî yên li wê parêzgehê jî baş bûn û êdî ti pêketiyeke koronayê li parêzgeha Duhokê nemaye û tevahiya tûşbûyên li wê parêzgehê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Ew 3 kes roja 7ê Nîsanê bi koronay nifşê nû (Covid-19) ketibûn û li nexweşxaneya taybet bi çareseriya koronayê hatibûn razandin. Rêveberiya Tendirustiya Duhokê daye xuyakirin, encamên pişkinînên dawiyê yên wan hersê kesan negatîv bûne.

Li parêzgeha Duhokê bi giştî 15 kes bi vîrusa Covid-19 ketibûn ku pêştir 12 kes ji wan baş bûbûn û tenê 3 kes li nexweşxaneyê mabûn, ku duh hat ragihandin ew kes jî baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Duhok yekem parêzgeh e li Herêma Kurdistanê ku ji koronayê paqij dibe û hemûyên ku baş bûne, bo malên wan hatine şandin.

Herweha li Derbendîxan û Çemçemalê yên ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî, tevahiya nexweşên bi vîrusa korona ketibûn, baş bûne û bo malên xwe hatine şandin û ew qeza ji koronayê paqij bûye.

Li bajarê Hewlêrê jî duh Duşemê hat ragihandin, ku 9 tûşbûyên din ên koronayê baş bûne û bo malên xwe hatin şandin.

Li gor Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi giştî li tevahiya herêmê heta niha 287 kes ji nexweşên koronayê baş bûne. Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ji destpêkê ve heta niha 337 kes li herêmê bi koronayê ketine, ku tenê 4 kes ji wan mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin