PeyamaKurd – Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji medya Amerîkî re ragihandiye ku heger Misir balafirên Rûsî bistîne, dê rastî dorpêçan were û alavên leşkerî yên ku ji Amerîkayê dikire jî bikevîn xeterê.
Hikûmeta Misirê bi Rûsyayê re di nav danûstandina kirîna 20 balafirên Su-35 de ye ku nirxa wan jî dike 2 milyar dolar.
Rêveberiya Qahîreyê ragihandibû ku ew plan dike Su-35ên Rûsî bistîne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Amerîka her sal bi nirxa 1.3 milyar dolaran alîkariyên leşkerî dide Misirê.
Herwiha Tirkiye jî ji bo kirîna balafirên rûsî hevdîtin dane destpêkirin ku Amerîka ji bo S-400ên ku ji Rûsan kirîne jî fişara dorpêçan li ser dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin