PeyamaKurd – Komek Kurd li Başûrê Kurdistanê bi navê "Tîma Nînja a Soran" komeke nînjatiyê ava kirin û hînî nînjatiyê dibin.
Li gor nûçeya Ajansa Reutersê, li Soran komeke nînjatiyê ji aliyê hejmarek Kurd hatiye avakirin. Koma ku navê "Tîma Nînja a Soran" li xwe kirine, niha 50 endamên wê hene.
Mamosteyê Koma Nînja ê bi navê Şerzad Muslih Elî diyar dike, sê meh berê wan ev kom damezirandiye û li çiyê antremanê dikin. Elî dide zanîn: "Li nav çar dîwaran mirov nikare hîn bibe, lê li xwezayê hewa xweş e, divê nînja him hînî sermayê him jî hînî germê bibe û bi vî awayî bijî."
Di serdemên berê de, di çanda Japonyayê de, nînja leşkerên bi pere, yan jî sîxur bûn. Wan di casûsî, sabotaj, sûîkast û rewşên wisa de kar dikirin. Li ser nînjayan gelek fîlm hatine kişandin. Herwiha ji rewşa xwe ya berê wêdetir, êdî bûye weke cureyeke sporê jî. <>
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin