Dr. Fûad Huseyn bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtin kir

Dr. Fûad Huseyn bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn li Tehranê bi serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtinekî pêkanî. Li gor ragihandina serokkomariya Îranê ya nivîskî Huseyn û Reîsî li ser mijarên têkiliyên duqolî û li ser “Zîrwe ya Dewletên Cîranên Iraqê” ku di dawiya vê mehê de li Bexdayê bêkirin axifîne.

Reîsî di axaftina xwe de bo Dr. Fûad Huseyn gotiye ku mudaxeleya biyaniyan li herêmê gengeşê zêde dike. Reîsî ragihandiye ku welatên herêmê di nav xwe de li ser çareserkirina meseleyan lihev bikin, dê li herêmê bo ewlehiyê û îstîqrarê xizmetê bike û weha gotiye:

“Mudaxeleya biyaniyan ya li herêmê gengeşeyan zêdetir dike û bo herêmê tehdîde. Divê welatên herêmê bê mudaxeleya biyaniyan hevkariyê bikin û ev bo ewlehiyê pêwiste. Em alîkariyê dikin da pirsgirêkên li Iraqê çareser bibin û em dixwazin Iraq bipêş bikeve.”

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyn dawetnama serokwezîrê Iraqê ya Mustafa Kazimî ya bo “Zîrwe ya Dewletên Cîranên Iraqê” da Reîsî û got ku ev zîrwe bo parastina pêvajoya siyasî û bo pêşdeçûna aboriyê pêngaveka mezine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin