PeyamaKurd - Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê ragihand ku li bajêr tedawiya zêdetirî 150 kesan li nexweşxaneyan didome û zêdetirî 300 kesên tûşî vîrusê bûne jî li malên xwe di karantînayê de ne.
Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li Diyarbekirê tedawiya zêdetirî 150 kesan li nexweşxaneyan didome û zêdetirî 300 kesên tûşî vîrusê bûne jî li malên xwe di karantînayê de ne û 10 xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrusa korona ketine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tedawiya van xebatkarên tenduristiyê dewam dike. Hin ji van xebatkaran jî li malên xwe di karantînayê de ne. Li bajêr divê li dijî vîrûsê têkoşîneke mezin bê kirin. Lazime ku em têkoşîna bi covîd-19 re li derve jî dewam bikin.”
Platformê bal kişand ser rewşa girtiyan jî û wiha got: “Girtî û hikumxwar bê şert û merc divê bên berdan. Rîska ku vîrûs li girtîgehan belav bibe pir zêde ye. Ji ber vê, divê girtiyên extiyar, girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heyîn û zarok bi lezgînê bên berdann.”
Li gorî amaran li Diyarbekirê heta niha 19 kesan ji nexweşiya vîrusa korona can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin