DYA bi miqdarê 17,5 milyar dolarî destekê dide enerjiya nuklerî

DYA bi miqdarê 17,5 milyar dolarî destekê dide enerjiya nuklerî

PeyamaKurd – Wezareta enerjiyê ya DYAyê ragihand ku wê bi miqdarê 17,5 milyar dolarî destekê bide enerjiya nuklerî. Di bernama wezarfetê de heye ku destekî bide 5 projeyan ku 10 reaktorên enerjiyê yên nuklerî bilez bikevin dewrê û dê kredî bide wan.

Wezaretê got ku wê ji bo zencîra amadekarinê ya nuklerî bibe, pêdiviya ku bi ekîpmanan heye ya di wextekî dirêj de teslîm bikin, dê finansa wan ji aliyê wezaretê de bêkirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Di çarçova bi miqdarê 17,5 milyar dolarî ya ‘krediyên amadekirina zencîreya nuklerî ya Amerîka’ de, 5 projeyên ku ji aliyê şîrketên xizmeta giştî de yên ji bo 10 reaktorên ji bo bixebitin, ji bo 3 salan hatiye armanckirin.

Her projeyekî dê 2 reaktorên nuklerî destek bike û her reaktorekî dê weka çawa niha dixebitin ya yek lisans, zêde pêşkeftî weka modela Westinghouse AP1000 be.”

Her reaktorekî dê pêdiviya elektrîka bi miqdarê 1,1 gigavat be û bi giştî dê karibe elektrîkê bide 10 milyon xaniyên DYAyê.