PeyamaKurd – Li gor ragihandina rojnama Wall Street Journalê rêvebiriya Trump rave dike dewlet destekê bide şîrketên İHAyan hildiberîne.
Hevdîtin bi serpereştiya ofîsa Sermaya Stratejîk ya Pentagonê dewam dikin. Di nav destekê de dibe dewlet bi deyn pere bide şîrketan, desteka sermaye bide wan wan an dewlet bi hinek şîrketan re bibe ortax jî.
Hat ragihandin ku di nav budça 2027an ya DYA de, serdestiya İHAyan heye.
Di nav budça DYA ya 2027an de daxwaza 1,5 trilyon dolarî tê kirin ku ji bo bergiriyê veqetînin û di nava budçê de ciyê İHAyan girîng e.
Ev tê vateya ku di pêş de, di operasyonan de dê ciyê İHAyan berya gelek alavên din be.