DYA:” Îran hucrên xwe yên derveyê welat de dixe nav xebatê”

DYA:” Îran hucrên xwe yên derveyê welat de dixe nav xebatê”

PeyamaKurd – Rojnama Amerîkayê The Wall Street Journal nûçeyekî dirêj belav kir û tê de got ku piştî serokê dînî yê Îranê Aetetullah Hamaney hat kuştin, Îran hucreyên xwe yên li derveyê welat ji bo bikevin nav tevgerê, fermanekî ji bo wan şandine da bikevin nav tevgerê.

Li gor peyama ku Ronny Reyes nivîsandiye; piştî şerê Îranê û Îsraîl-DYA destpêkiriye, ji bo hucrên xwe yên derveyê Îranê bixe nava tevgerê, Îranê bi şîfreyekî operasyonel peyamê şandiye.

ABC News li ser esasê ku fermana ji hêzên asayîşê re şandine û wan hişyar kirine, îşareta bi şîfre piştî kuştina Hamaney ji wan re şandine û îşaret wisa xwuya dike ku fermana ji bo ajanên Îranê û hucreyên ku razandîne ye.

Di hişyariya bo hêzên asayîşê de dibêje ku dibe peyam ji bo ûnsirên Îranî yên ku berê li derveyê welat hatibin bicîhkirin, ji bo wan bixin nava tevgerê be.

Li gor ABCyê, di hişyariya DYA de, peyamê şandine derveyê Îranê ji bo gelek welatan û istasyona ku peyamê belav dike tesbît kirine. Her çendîn naveroka weşanê niha nehatiye fêmkirin jî di qada navdewletî de weşana tekrarê dike û ji nîşke ve derketiye ortê û ev jî dike ku mirov hezra xwe li serê zêde bike.

Di hişyariya ku ji bo hêzên ewlehiyê dane de, wê bi îhtîmaleka mezin ciyê wê Îran be.