PeyamaKurd - Hatiye îdîakirin ku DYA û Îran, ligel komek welatên navbeynkar, li ser şertên rêkeftineke agirbestê ya 45 rojî danûstandinan dikin.
Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios, bi îdiaya çavkaniyên xwe, ragihand ku DYA û Îran, ligel komek welatên navbeynkar, li ser şertên rêkeftineke agirbestê ya 45 rojî danûstandinan dikin.
Li gorî rapora Axios a roja Duşemê, 6ê Nîsana 2026an, ev destpêşxeriya DYA û Îranê ya ji bo ragihandina agirbestê û rawestandina şer wekî "derfeta dawî" tê hesibandin da ku pêşî li zêdebûna pevçûnên leşkerî û dijwarbûna şer li herêmê were girtin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku "Her çend nîqaş berdewam dikin jî, şansê gihîştina rêkeftineke dawî di nav 48 saetên pêş de pir kêm e."